Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Kendava Ummanê mudaxaleyî du tankerên neftê yên bi ala Îranê hat kirin.
CENTCOM’ê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dîjîtal de diyar kir ku tankerên bi navê “M/T Sea Star III” û “M/T Sevda”, bi mebesta binpêkirina dorpêça Amerîkayê ya berdewam, hewl didan xwe bigihînin bendereke Îranê ya li Kendava Ummanê.
Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku hêzên Amerîkayê bi fîşekên "mihîmatên hesas li dûmanên dûkêşên wan xistine" û tanker bêbandor kirine. CENTCOM’ê her wiha da zanîn ku roja Çarşemê keştiyeke sêyemîn a bi ala Îranê jî hatiye hedefgirtin û got, "Êdî derbasbûna her sê keştiyan ji bo Îranê nayê kirin."
Îranê jî roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de Amerîka tawanbar kir ku li Tengava Hurmizê du keştî hedef girtine û êrişî herêmên sivîl kiriye.
Rêveberiya Washingtonê jî parast ku ev êriş wek “tolhildan” li dijî çalakiyên Îranê hatine pêkanîn.